Elon Musk: Madem em dikevin serê cîhanê yê 3 em, ne hewceye Twitterê bikirim

08 îlon 2022 01:13
Elon Musk: Madem em dikevin serê cîhanê yê 3 em, ne hewceye Twitterê bikirim

PeyamaKurd – CEO yê Teslayê Elon Musk ku di dinyayê de kesê herî dewlemend tê zanîn, berya ku dev ji kirîna tora medya civakî Twitterê berde weha gotiye:

“Madem em dikevin şerê cîhanê yê 3 em, ne hewceye Twitterê bikirim.”

Li gor ragihandina Sputnikê ya Tirkî; Musk di meha nîsanê de bi 44 mîlyar dolarî peymana wê girêdabû û Twitterê kirîbû, di meha temmûzê de jê derketibû û bi tora medya civakî re ketibû dadgehê. Hat fêmkirin ku sedema devjêberdana ji kirîna Twitterê, tirsa derketina şerê cîhanê yê 3 em e.

Niha peyama Musk ya ku ji hevalê xwe re şandiye di dadgehê de hatiye xwendin ku çi gotiye. Di celsa 6 ê êlûnê de parêzerê Twitterê peyama ku CEO yê Tesla yê ji bo hevalê xweşandiye xwend ku weha gotiye:

“Em çend roj xwe dereng bixînin. Axaftina Putin ya sibê gelek girîng e. Eger em ber bi şerê cîhanê yê 3 em ve diçin, ji bo kirîna Twitterê ti vate tine ye.”

Li ser vê peyama Musk, parêzerê Twitterê gotiye ku Musk peymanê îhlal kiriye û ji ber endîşeyên darayî paşde gav avêtiye û ev yeka hanê îsbatkiriye.