Elon Musk bersiva nameya Yekîtiya Ewropa ya li ser parvekirinên serê Îsraîl-Filîstînê da
PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Birêvebirinê yê Yekîtiya Ewropa (YE) Thierry Breton, doh 10ê Cotmehê bi nameyekê ji xwediyê platforma X (twitter) Elon Musk xwestibû parvekirinên manîpulatîf ên derbarê şerê Îsraîl-Filîstînê de bên rakirin û 24 saet jî mohlet dabû.
Elon Musk bersiva Breton li ser Xê da û got, “Ji kerema xwe ji bîr nekin ku hûn niha li ser Xê ne, ew binpêkirinên ku hûn behsa wan dikin wek lîste binivîsin daku raya giştî van bibîne.”
Breton jî bersiva Musk da û got: “Tu û rayedarên te hay ji parvekirin û naverokên sexte yên tundiyê berz dikin hene. Êdî hûn soza xwe bicih tînin nayînin bi qîma xwe ne.”
Hêjayî gotinê ye, Breton di nameya ku ji bo Elon Musk nivîsîye de gotibû, divê di nav 24 saetan de wan parvekirinan rakin, heke na wê rastî cezayên Yekîtiya Ewropayê bên.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin