Elektrîk qut kirin, av tune, pez tî ye û erdên çandiniyê hisk dibin

05 tîrmeh 2020 17:26
Elektrîk qut kirin, av tune, pez tî ye û erdên çandiniyê hisk dibin

PeyamaKurd – Ev demek e li hin bajarên Bakurê Kurdistanê kompaniya DEDAŞ a elektrîkê, elektrîkê nade gelek deveran ku ev jî kareseteke xwezayî û mirovî bi xwe re tîne.

Bi taybet li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê qutkirina elektrîkê rewşeke xirab bixwe re aniye ku xelkên ku pez xwedî dikin ji ber nebûna elektrîkê nikarin avê ji bîran bikişînin û pezê wan tî mane ku ber bi telefbûnê ve diçin.

Herwiha erdên çandiniyê jî ji ber heman sedemê bê av mane ku hişkayî li ber derî ye.

Dîsa li bajarê Batman û Rihayê jî heman pirsgirêka elektrîkê berdewam e û di vê heyama pandemiya vîrusa koronayê de, hemwelatî bê av dimînin û nikarin xwe ji nexweşiyê biparêzin.

Xelkê herêmê bang li berpirsan dike çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, lê heta niha dengê xwe negihandine rayedaran û pirsgirêka av û elektrîkê nehatiye çareserkirin.

DEDAŞ bi hinceta ku fatoreyên xwe nadin yan jî bikaranîna elektrîka qaçaxî elektrîkê bi ser xelkê de qut dike ku xelkê herêmê ji ber vê rewşê rûbirûyî karesateke mirovî û siruştî dibe.