Bihayên gaz û elektrîkê hat zêdekirin

03 nîsan 2026 21:46

Hate ragihandin ku li Tirkiyeyê ji bo komên cuda yên mişteriyan di tarîfeyên elektrîk û gaza xwezayî de zêdekirin hatine kirin. Biryara girankirina bihayan dê ji sibe ve bikevin meriyetê. Li gorî vê yekê, bihayên elektrîk û gaza xwezayî ji sedî 25 hat zêdekirin.

Bihayên gaz û elektrîkê hat zêdekirin

RûpelNews - Saziya Rêziknameya Bazara Enerjiyê ya Tirkiyeyê (EPDK) girankrina bihayên elektrîk û gaza xwezayî ragihand. Li gorî daxuyaniyê, bihayên nû dê ji sibe ve dê bikevin meriyetê.

Bikaranîna cuda ji bo komên aboneyan ên cuda

Hat ragihandin ku ji tarîfeyên elektrîkê yên ji bo koma aboneyên niştecîh zêdekirineke ji sedî 25 hatiye kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji koma aboneyên kerta xizmetên giştî û taybet re zêdekirineke ji sedî 17.5, ji koma aboneyên pîşesaziyê re zêdekirineke ji sedî 5.8, û ji koma aboneyên çalakiyên çandiniyê re zêdekirineke ji sedî 24.8 dê were kirin.

Di çarçoveya vê biryarê de, hat ragihandin ku aboneyekî niştecîh ê ku mehê 100 kîlowat-saet elektrîkê bikar tîne, dê 323,8 lîre bide.

Di heman demê de, li gorî bihayên gaza xwezayî yên bi kom ku ji aliyê BOTAŞê ve hatine ragihandin, di bihayên firotanê yên dawî de jî zêdekirin hatine kirin.

Bihayê gaza xwezayî jî hat girankirin

Li gorî vê yekê, bilindbûna bihayê kêmzêde ji sedî 25 ji bo xerîdarên niştecîh, ji sedî 18.61 ji bo xerîdarên pîşesaziyê û ji sedî 19.42 ji bo santralên hilberîna elektrîkê hatin pêkanîn.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ji bo aboneyên niştecîh sîstemeke bihayê ya pileyî hatiye destpêkirin.