Îdia: Di yasayên nû de ji bo Ocalan û rêveberên PKKê serastkirinek tune ye
Hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo reformên yasayî yên ku piştî danîna çekan a PKKê hatibûn plankirin, bernameyek amade kiriye. Hate diyarkirin ku di tu sererastkinên nû de tu bendên têkildarî Abdullah Ocalan an jî serokên payebilind ên PKKê nînin.
RûpelNews - Hat îdiakirin ku hikûmetê ji bo reformên yasayî yên ku di çarçoveya 'pêvajoya nû' de hatine plankirin, bernameyeke amade kiriye. Hat ragihandin ku çarçoveya nû tu bendan derbarê Abdullah Ocalan an jî serokên payebilind ên rêxistinê de li xwe nagire.
Nivîskra rojnameya Nefesê Nuray Babacanê, nivîsî ku ji bo guhertinên yasayî yên ku di çarçoveya pêvajoya ku hikûmetê navê 'Tirkiyeyeke Bê Teror' lê kiriye de hatine plankirin, bernameyeke demî hatiye amadekirin. Hat ragihandin ku hatiye diyarkirin ku yasaya nû ti bendên têkildarî Abdullah Ocalan an jî berpirsên payebilind ên rêxistinê nagire nav xwe.
Tê îdiakirin ku di nava sê mehan de dê yasayên nû bêne amadekirin.
Li gorî raporên pişt perdê yên ku Babacan behsa wan kir, armanc ew e ku rêziknameyên têkildar di nav sê mehên pêş de bên temamkirin.
Giringî li ser yasayeke 'demkî û taybet'
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Babacan ve hatin dayîn, hat ragihandin ku guhertinên yasayî, yên ku dê li ser bingeheke 'demkî û taybet' bên amadekirin, dê Ocalan an jî rêveberên PKKê li xwe negire. Her wiha hat destnîşankirin ku di guhertinan de dê pêşî endamên rêxistinê yên ku tevlî çalakiyên sûc nebûne li xwe bigire
Berdewamiya li ser serbestberdana bi merc
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku piştî parvekirina daneyan ji aliyê hikûmetê ve derbarê teslîmkirina çekan, vebijêrka "serbestberdana bi merc" ji bo hin kesên ku niha di girtîgehê de ne, dikare were rojevê. Herwiha di nirxanida behsa avahiyê ku ji bo Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tê çêkirin hat kirin û ev yek wekî nîşaneya derneketia Ocalan ji Îmraliyê hat şîrovekirin.
Bernameya Hezîranê-Tîrmehê
Hat destnîşankirin xebat di bin çavdêriya Alîkarê Serokomar Cevdet Yılmaz û Wezîrê berê yê Dadê Abdulhamît Gul de tê meşandin, û li gorî bernameya amadekirî, tê plankirin ku pêvajoya yasayî heta Hezîranê bi dawî bibe. Hat tomarkirin ku cîbicîkirin dê di Tîrmehê de dest pê bike, û tê payîn ku pêvajo di nav şeş mehan de, an jî heke pêwîst be di nav salekê de bi dawî bibe.
