Ednan Zurfî dest ji pêkanîna hikûmeta Iraqê berda

09 nîsan 2020 15:56
Ednan Zurfî dest ji pêkanîna hikûmeta Iraqê berda

PeyamaKurd - Namzedê raspartî yê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Ednan Zurfî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku wî dest ji erka xwe yê pêkanîna hikûmetê berdeya.

Ednan Zurfî ragihand, tevî ku wî “bernameya kar û stratejiya kabîneya xwe” amade kiribû, lê ji ber nerazîbûn û nakokiyên hin aliyên siyasî, ew ji erkê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê vekişiya. Zurfî got: “Ez dê li ser parlamenteriya xwe berdewam bim.”

Zurfî herwiha destnîşan kir, ku wî plan û stratejiya awayê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê jî amade kiribû.

Roja 17ê Adara 2020an, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi awayekî fermî Ednan Zurfî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kiribû.

Biryar e îro namzedê piraniya aliyên Şîe, Mistefa Kazimî ku Kurd û Sunnî jî piştgiriya xwe bo wî ragihandine, bigihe Koşka Selam a Serokomariya Iraqê û ji aliyê Berhem Salih ve bo pêkanîna hikûmeta nû bê erkdarkirin.