Hevpeymaniya Saîrûn besdarî hikûmeta Ednan Zurfî nabe

31 adar 2020 15:25
Hevpeymaniya Saîrûn besdarî hikûmeta Ednan Zurfî nabe

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Saîrûn, ku Muqteda es-Sedir serokatiya wê dike, dibêje, ew bi du mercan piştevaniya serokwezîrê nû yê Iraqê Ednan Zurfî dikin.

Parlementerê hevpeymaniya Saîrûn li parlementoya Iraqê, Sadiq Silîtî bi daxuyaniyekê ragihand, hevpeymaniya Saîrûn beşdarî hikûmeta Ednan Zurfî nabe.

Sadiq Silîtî her wiha da zanîn, lê ew bi du mercan dikarin piştevaniya hikûmeta wî bikin.

Wî parlementerê Iraqî mercên xwe jî wiha aniye ziman: Wezîrên hikûmeta nû kesên pispor û destpak bin û bernameya hikûmetê zelal û şefal be.

Serkomarê Iraqê Berhem Salih roja 17ê Adara îsal, parêzgarê berê yê Necefê Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kiribû û ji bo pêkanîna hikûmetê mehek dema Zurfî heye.