Îmarat | ‘Mesrûr Barzanî bi awayekî çalak besdarî Lûtkeya Hikûmetan bû’
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubaîyê Mihemed Şerhan got, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlîbûneke çalak di lûtkeyê de kir û bi gelek serkirde û sermayedaran re civiyan.”
Şerhan ragihand, “Em bi tevlîbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şerefmend bûn.”
Rêveberê Giştî yê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubaîyê got, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlîbûneke çalak di lûtkeyê de kir, bi gelek serkirde û sermayedar û xwediyên kompaniyan re civiya.”
Mihemed Şerhan da zanîn, “Îsal tevlîbûneke berfireh a hikûmetan hebû, zêdetirî 30 serkirde û 400 wezîr tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bûn. Danûstandin li ser hejmareke mijaran hatin kirin ku peywendî bi paşeroja hikûmetan ve hebû, wekî bazirganiya cîhanî û hişê çêkirî û çend mijarên din.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin