Serokwezîr Barzanî: Divê parlamento bê çalakkirin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand divê Parlamentoya Kurdistanê bê çalakkirin û nakokiya siyasî bê dawîkirin.
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Di civînê de, tevî tekeziya li ser xurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di warên cuda de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin. Herwiha nêrîn li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guhertin.
Di beşeke din a guftûgoyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlamena Kurdistanê, çareserkirina kêşeyan bi hestê berpirsyariyê û dawîanîna bi xitimîna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha guftûgo li ser giringiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên ewlehî, aborî û darayî hat kirin.
