Emar Hekîm: Tevgera me besdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe

17 cotmeh 2022 13:40
Emar Hekîm: Tevgera me besdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe

PeyamaKurd –  Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm da zanîn, tevgera wî beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe.

Ofîsa Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm bi daxuyaniyekê eşkere kir, di civîneke ligel Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin de, Emar Hekîm gotiye, tevgera wî beşdarî hikûmeta nû nabe.

Herwiha hat destnîşankirin, Mihemed Şiya Sûdanî serdana Emar Hekîm kiriye û di hevdîtinê de Serokê Tevgera Hîkme dubare kiriye ku divê tîma hikûmeta nû yekgirtî be û ji kesên pispor û jêhatî û destpak û şareza pêk bên.

Herî dawî hat eşkerekirin, di hevdîtinê tekezî li girîngiya destnîşankirina karên pêşîn hatiye kirin, ku divê hikûmeta nû hikûmeta xizmetguzariyê be û di asta pêwîstiyên welatiyan de be û girîngiyê bide sererastkirina şaşiyên hikûmetên berê, herwiha serweriya Iraqê biparêze.