Emar Hekîm: Pêwîste çareserî li gorî destûrê û sîstema federalî bin
PeyamaKurd- Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî Emar Hekîm di peyama xwe ya Cejna Remezanê de got: “Pêwîstiya Iraqê bi çalsaziyên rîşeyî yên siyasî, aborî û yasayî heye ku li gor stûnên welatekî federal û prensîbên destûrê biguncin heye.”
Emar Hekîm di peyama xwe de rexne li proseya siyasî ya Iraqê girt û diyar kir: “Gelek şaşî hene ku pêwîst e bên dîtin û sererastkirin. Lê divê serkirdeyên siyasî yên Iraqê civînên berfereh bikin ji bo destnîşankirina şaşiyan û mekanîzm û gavên çareserkirina wan.”
Hekîm di dewamê de anî ziman: “Cejna Remezanê hevdem e li gel salvegera rûxana rejîma Beas, lê piştî rûxana rejîma B0ais, proseya sîyasî ya Iraqê di gelek kêşeyan re derbas bûye û şaşiyên siyasî jî hatine kirin. Lê belê ji bo berdewamiya xebata hevbeş ji bo parastina aramiya heyî û nehiştina nakokiyên siyasî, ez bang li hemû serkirdeyên payebilind dikim ku civînên berfireh li dar bixin û çend biryaran bidin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.”
Hekîma got: “Pêwîstiya Iraqê bi çaksaziyên kûr û rîşeyî di warê siyasî, yasayî û aborî de heye û nabe vegerin bo xala destpêkê. Ji ber vê yekê girîng e ew çaksaziyên ku bên kirin, bi sîstema dewleteke federal re hevaheng bin û li gorî prensîbên destûrê bin.”
Serokê Tevgera Hîkme bi bîr xist: “Em dixwazin li ser asta navdewletî pêwendiyên me yên baş, saxlem û hevseng hebin ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên gelê Iraqê ku xizmeta ewlehî û aramiya navçê û bexteweriya Iraqê dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin