Berhem Salih, Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû erkdar kir
17 adar 2020 17:25
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih, bi fermî Ednan el-Zurufî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kir.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih, îro Sêşemê (17.03.2020) parêzgarê berê yê Necefê Ednan El Zurufî bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kir.

Berhem Salih - Ednan Zurfî
Li gor destura bingehîn a Iraqê, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mehek dema Ednan El Zurufî heye.
Piştî derketina xwepêşandanan li çendîn parêzgehên Iraqê, Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî destê xwe ji posta serokwezîrtiyê kişandibû, niha ew wê hikûmetê wek hikûmeteke karbirêker birêve dibe, heta hikûmeteke nû were pêkanîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ednan Zurfî dest ji pêkanîna hikûmeta Iraqê berda
09 nsn 2020
Jiyan
Kazimî li sûna Berhem Salih serdana Washingtonê dike
06 îln 2022
Cîhan
Serok Barzanî pêswaziya Berhem Salih kir
15 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin