Ebadî: “Min negotiye em bi Kurdan re bo Kerkûkê gotûbêjan nakin”

03 îlon 2018 01:34
Ebadî: “Min negotiye em bi Kurdan re bo Kerkûkê gotûbêjan nakin”

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand,ku wî bi ti awayî behsa wê yekê nekiriye, ku ew li ser Kerkûkê bi Kurdan re gotûbêjê nakin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand, wî bi ti awayî behsa wê yekê nekiriye, ku ew li ser Kerkûkê bi Kurdan re gotûbêjê nakin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevîdtineke taybet de li gel rojnamevanan bersiva çend pirsên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û daxwazên Kurd û Sunneyan di parlamentoya Iraqê de da.

Heyder Ebadî diyar kir ku “Beşek ji daxwazên Kurd û Sunneyan qabilê qebûlkirinê ne û daxwaz jî dê bimînin heta piştî pêkanîna hikûmetê. Em amade ne gotûbêjê li ser rêvebirin, ewlehî û petrolê bikin.”

Ebadî herwiha diyar kir, wî bi ti awayî behsa wê yekê nekiriye, ku ew bi Kurdan re li ser meseleya Kerkûkê gotûbêjan nakin.

Bi gotina Ebadî, ti partiyek nehatiye neçarkirin, ku ji Kerkûkê nemîne. Heyder Ebadî herwiha destnîşan kir, ji mafên Kurdan e ku daxwaziyên wan hebin.

Li ser bûyerên ku piştî 16ê Cotmeha 2017an li navçeya Xurmatûyê qewimîn jî, Serokwezîrê Iraqê got, tiştên ku li Xurmatûyê çêbûn, tawaneke mezin bû.

 

Hatibû gotin ku Heyder Ebadî ragihandiye ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin a parlementoyê, ew li gel Kurdan li ser Kerkûkê bazarê nakin. Herwiha ne mimkun e ku ew li ser mijara dosyeya Kerkûkê nîqaşê bikin.