Ebadî tehemmula Kurdan nake ku herin Kerkûkê

31 rêbendan 2019 04:01
Ebadî tehemmula Kurdan nake ku herin Kerkûkê

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Heyder Ebadî ragihand ku ne raste hêzên antî terorê ji Kerkûkê vekişin. Koalîsyona Nesr ya di bin serokatiya Ebadî de got ku Amerîka serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmêhdî neçar kiriye da hêzên li dijî terorê ji Kerkûkê vekişîne.

Serkirdeyekî hevpeymaniya Nesrê yê bi navê Eqîl El Ridênî ragehand ku vekişîna hêzên antî terorê ji Kerkûkê şaşiyeka mezine ji ber ku wê hêzên Kurdistanî vegerin Kerkûkê.