Siyasetmedar Firat: Di xwezaya pirsgirêkê de Kurd heye, lê îro tu kes li mafên Kurdan xwedî dernakeve
PeyamaKurd – Siyasetmedar Diyadîn Ferat diyar dike: “Heger di pêşerojê de kadroyên Kurdan di HDPê de tunebin, siyaseta HDPê li ser Kurdan serkeftinê bi dest naxe.”
Bi civîneke girseyî û bi nimayîşên vîdyoyê, destpêkirina kempenyeke nû ya dadweriyê “Bo Herkesî Dadwerî” ji aliyê Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar hat ragihandin. Hevserokên HDPê di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên demokratîk û dijbereya Tirkiyê, hemû mirovên xwedî wijdan kirin, da ku li dijî ev sîstema bêdadî, neheq û zordar derkevin û hêzên xwe bikin yek.
Di derbarê vê mijarê de siyasetmedar Diyadîn Ferat ji K24ê re diyar kir: “Li Tirkiyê du sal in du tifaq hene, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet berdewam dikin û ew her du tam bi ser neketine. Siyaseta Tirkiyê hatiye xetimandin û bûye du bere, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet. Di vê çarçoveyê de HDP hevdîtinan bi partiyên siyasî re dike û daxwaza maf û dadperweriyê, wekhevî û azadî dike. HDP dibêje, em partiyeke Tirkiyê ne û li ser şert û mercê Tirkiyê siyasetê dikin. Lê tevgera wê hatiye astengkirin û divê Tirkiyê ji vê tengasiyê derbikeve.”
Diyadîn Ferat da zanîn: “HDPê mirov pîroz dibîne. Bi nerîna HDPê, ax û dewlet ne pîroz e, tenê mirov pîroz e û divê mafên mirovan nas bikin. HDP dibêje em her kesî re diyalogê dikin, lê tenê şertê me yê yekem edalet e û divê ji bo her kesî edalet hebe.”
Herwiha Diyadîn Firat destnîşan kir û got: “Kadroyên Kurdan di nava HDPê de gelekî kêm bûne. Di xwezayîya pirsgirêkê de Kurd heye, lê îro tu siyaseteke tam li mafên Kurdan xwedî derketiye jî nîne, lê di destê Kurdan de HDP maye, xerab be jî HDP ye û rind be jî HDP ye. Heger di pêşerojê de kadroyên Kurdan di HDPê de nebin, siyaseta HDPê li ser Kurdan serkeftinê bi dest naxe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin