Siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat koça dawiyê kir

12 tîrmeh 2019 12:25
Siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat koça dawiyê kir

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê yê berê û Parlementerê HDPê yê Mêrsînê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, îro danê sibehê li Enqerê koça dawiyê kir.

Şaxê HDPê ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Parlementerê berê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat îro danê sibehê wefat kiriye.

Cenazeyê Mîr Mehmet Firat îro piştî nimêja înê dê ji Enqerê were rakirin.

Dengîr Mîr Mehmet Firat di sala 1943yan de li Semsûra Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û li Zanîngeha Enqerê Hiqûq xwendibû. Firat di serdema 21emîn a Parlementoyê de parlementeriya Semsûrê, di serdema 22yemîn de parlementeriya Mêrsînê û di serdema 23yemîn de jî parlementeriya Edenê kir. Firat zewicî bû û bavê 2 sarokan bû.