Cenazê Dengîr Mîr Mehmet Firat hat definkirin
PeyamaKurd- Damezrênerê AKP ê û parlementerê HDP ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Fırat bi sedema nexweşîna xwe ya pençeşêrê koça dawiyê kir. Siyasetmedarê Kurd Fırat neviyê Bedir Axayê navçeya Kolikê (Kahta) ya bi ser bajarê Semsûrê ye. Fırat li nefiyê li Mersînê hatiye dinyayê û xwarziyê serokê berê yê PDK-T yê Hemreş Reşo ye.
Di dema ku cîgirê serokê AKP ê bû, beşdarî gelek bernameyên TV yan dibû û ji fikra xwe ya siyasî tawîz nedida. Demokrat, rewşenbîr û hûqûqnas bû. Herî dawiyê ku hêj Kemal Kılıçdaroğlu bi xêra videoya Deniz Baykal nebûbû serokê CHP ê, bi hevkariya Kemalîstan Dengîr xistibû hedefa xwe û siyaseteka gemarî li hemberê Fırat meşandibû.
Fırat, di nava HDP ê de jî hatibû bêdengkirin û dernediket bername û xwepêşandanan. Fırat, ev demeke ku li nexweşxaneya Bayındır ya Ankara tedawî didît lê ji tedawiyê encama baş nesitend. Gelek siyasetmedarên Kurd seredana wî li nexweşxaneyê kiribûn û herî dawiyê Erdoğan seredana wî kiribû.
Cenazê Dengîr Mîr Mehmet Firat li goristana Karşıyakayê hat definkirin.
Malbata Dengir Mîr Mehmet Firat ji navçe ya Kolik a bi ser Semsûriyê. Bedir Axayê bapîrê wî di sala 1919an de dikeve civîna li Malatyayê ku di civînê de Xelîl Rehmî Bedirxan heye û mutesarifê Meletiyê ye. Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Mejer Noelê Brîtanî û Erkem Cemîl Paşa dicivînê de bûn e. Bedir Axa paşî layangiriya Mustafa Kemal dike û di meclisa ewil de dibe parlementerê Meletiyê. Di meclisa duyem de ya 1924an de bi sedema ku nexwendiye navê nakeve nav lîsteya parlementeran lê Kustafa Kemal bo wî qanûn diguhêre û dibe parlementer.
Bedir Axa ti carî naçe civînên meclisa duyem û piştî tevgera Şêx Seîd tê sirgûnkirin bo Mersînê. Di meclisa duyem de înkara Kurdan û xîlafetê heye. Lê Bedir Axa Mustafa Kemal ji hukumeta Îstenbolê ya xîlafetê parastibû. Lewra ye Dengîr Mîr Mehmet Fırat li bajarê Mersînê tê dinyayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin