Siyasetmedarê kurd Eyup Alacabey koça dawî kir
Siyasetmedar û welatperwerê kurd, yek ji rêvebirên DDKO, PDK-T, KİP-DDKDyê, yek ji damezrener û rêvbirên PAK û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Eyup Alacabey koça dawî kir.
RûpelNews - Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)Mustafa Ozçelîk ragihand ku siyasetmedarê kurd Eyup Alacabey ji ber nexweşiya ku ev demeke dirêj bû dihat dermankirin koça dawiyê kir.
Peyama PWKê
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, derbarê koça dawî ya siyasetmedarê kurd Eyup Alacabey de peyamek belav kir û di peyamê de wiha got: "Siyasetmedar û welatperwerê kurd, yek ji rêvebirên DDKO, PDK-T, KİP-DDKDyê, yek ji damezrener û rêvbirên PAK û PWKyê, hevalê me yê hêja, kek Eyup Alacabey mixabin ji ber nexweşîya xwe, îşev koça dawî kir û ji nav me bar kir.
Kek Eyup Alacabey nêzîkî 60 salî ye weke kadroyekî, rêber, pêşeng, kedkar, têkoşer, bi dilsozî, bi fedakarî, bê westan di nav refên azadî û serxwebûna Kurdistanê de cîh girtibû.
Kek Eyup Alacabey yek ji damezrener û rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bû.
Kek Eyup Alacabey, wek rîsipî û birayekî me yê mezin û wek kesayetekî siyasî û civakî yê qebûlbar di tevgera neteweyî û azadîyê de xwedî cîhekî taybetî bû.
Miletê Kurd, gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja wenda kir.
Tu şika me jê tune ye ku gelê me dê kek Eyup Alacabey tu carî ji bîr neke. Ew dê di dilê me û xebat û têkoşîna azadî, rizgarîxwazîya neteweyî , serxwebûnê de her bijî.
Em bi koça dawîya kekê Eyup Alacabey gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbatê, kesûkar, heval û hogirên kek Eyup re dixwazin.
Serê me hemûyan, sere miletê Kurd, gelê Kurdistanê sax be."
