Ebadî: Em bazarên li ser Kerkûkê qebûl nakin

30 rêbendan 2019 17:21
Ebadî: Em bazarên li ser Kerkûkê qebûl nakin

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî got ku ew ti bazareiyekê li ser Kerkûkê nakin. 

Heyder Ebadî û Cîgirê Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan civiyan û li ser rewşa siyasî ya li Iraqê û rewşa Kerkûkê axivîn. 

Nivîsgeha Heyder Ebadî ragihand di civînê de li ser parastina îstiqrara parêzgeha Kerkûkê, bihevre jiyana aştiyane ya navbera hemû pêkhateyan û pêşkêşkirina xizmetên bo koçberan hatiye rawestîn.

Ebadî di civînê de got: “Kerkûk weke bajarê pêkvejiyana aştiyane dimîne, Iraqa biçûkkirî ye û îstiqrara wê misogeriya ewlehî û aramiya Iraqê ye”. 

Heyder Ebadî herwiha diyar kiriye ew rê bi ti bazariyekê li ser Kerkûkê nadin ku li ser hesabê ewlehî û aramiya wê parêzgehê be.