Mesrûr Barzanî: “Em Erebkirina Kerkûkê qebûl nakin”
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser deverên Kurdistanî ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de mane, peyamekî nivîskî belav kir û got pêşdeçûnên li van deveran çêdibin bi endîşe ne. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Di serî de li Kerkûkê û deverên Kurdistanî siyaseta Erebkirina deveran şermezar dikim û em dibêjin Hukumeta Herêma Kurdistanê vê siyasetê qebûl nake. Di serî de bi taybetî li Kerkûkê siiyaseta Erebkirinê û guhertina demografîk di çarçoveya bernameyekî de dewam dike. Van kiryaran dewama tekrara Erebkirina rejîmên Iraqê yên berê ne. Van kiryaran li dijî xelkê Kurd tên kirin û nayên qebûlkirin.”
Serokwezîr Barzanî di dewama peyama xwe de got ku van tiştên ku di Iraqekî demokratîk de çêdibin, mirov li wan şaş dimîne. Di qanûna esasî ya Iraqê de heye ku deverên li ser wan arîşa hene dê pirsgirêkên wan çawa bên çareserkirin û dê dahatûya wan çawabe.
Serokwezîr ragihandiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê van kiryarên ku bi taybetî ji deverên din xelkê zerîb tînin û li deverên Kurdan bo Erebikirdinê bicîh dikin, qebûl nake. Piştî gund û deveran îşxal dikin, hemwelatiyên Kurd û Turkmenan ji ser axa wan radikin û dest datînin ser araziyên wan. Barzanî dibêje: bi xêra rejîma Saddam Huseyin van araziyan 35 sal bû ku Ereba îşxal kiribû û niha car din van erdan didin heman kesan. Serokwezîr Barzanî weha dewam dike:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê bo mijarê çareser bike wezîfe daye heyetekî da here Bexdayê. Em ji hukumeta Federal dixwazin da bo van kiryaran tedbîran bistînin û wan bidin rawestandin. Hem di vê dewrê de, di van kiryaran de, hêzên leşkerî yên ku rola wan heye, divê ji herêmê bên dûrxistin.”
Serokwezîr got bo herêm normal bibe, divê xala 140 an bê bicîhkirin. Barzanî hem bangê li nûnertiya Neteweyên Yekgirtî kir da ber li van kiryarên ne rewa bên girtin. Bo pêkvejiyana pêkhateyên herêmê, divê van kiryarên han rawestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin