Du welatên din endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê pesend kir

07 tîrmeh 2022 21:03
Du welatên din endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê pesend kir

PeyamaKurd – Piştî welatên Kanada, Norwêc û Denmarkê du welatên din protokola beşdarbûna nav NATOyê ya Swêd û Fînlandayê pesend kirin.

Protokola proseya endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê piştê rakirina astenga vetokirinê ya Tirkiyê 6ê Tîrmehê hatibû îmzekirin û welatên Kanada, Denmark û Norwêc beşdarbûna herdu welatan pesend kiribûn.

Îro 7ê Tîrmehê jî welatên Estonya û Îzlandê  protokola endamtiya Swêd û Fînlandayê ya bo NATOyê pesend kirin.

Serokwezîrê Estonya Kaja Kallas li ser Twitter got, "Estonya bû yek ji welatê pêşî peymana endamtiyê îmze kir û ev gelekî bilez pêk anî. Ji hemû hevpeymanan proseyeke bilez hêvî dikim.”

Heta niha ji nav 30 endamên NATOyê 5 welatan beşdariya Swêd û Fînlandayê pesend kiriye ku pêwîste hemû welat pesend bikin. Piştî rêkeftina sêqolî ya Tirkiye-Swêd û Fînlandayê çav li rê ye Tirkiye jî endamtiya wan pesend bike û pêşkeşî parlamentoyê bike.