Parlamentoyên 2 welatan endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê pejirand

06 tîrmeh 2022 16:04
Parlamentoyên 2 welatan endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê pejirand

PeyamaKurd – Piştî ku doh 5ê Tîrmehê protokola endamtiya NATO ya her du welatên Swêd û Fînlandayê hat îmzekirin, welatên endamên NATOyê Kanada û Denmarkê bûn yekem welatên protokola beşdarbûna wan welatan dipejirînin.

 Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ragihand ku wan protokola beşdarbûna Fînlanda û Swêdê ya endamtiya NATOyê pejirand.

Serokwezîrê Kanada Trudeau anî ziman ku endamtiya Swêd û Fînlanda bi piraniya dengên parlamentoyê hatiye erêkirin.

Justin Trudeau da zanîn ku NATO wê bi endamtiya Swêd û Fînlanda bihêztir bibe.

Bi vî awayî Kanada û Denmark bûn yekem welatên protokola endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê dipejirînin. Swêd û Fînlanda 28ê Hezîranê piştî rêkeftina ligel Tirkiyê serlêdana ji bo endamtiya NATOyê kiribûn.

Ji bo Swêd û Fînlanda bibin endamên NATOyê, divê parlamentoyên 30 welatan endamtiya wan bipejirînin.