Finlanda û Swêd nameyên xwe yên fermî ji bo endamtiya NATOyê sandin

18 gulan 2022 15:07
Finlanda û Swêd nameyên xwe yên fermî ji bo endamtiya NATOyê sandin

PeyamaKurd – Finlanda û Swêd nameyên xwe yên fermî ji bo endamtiya NATOyê ji Sekreterê Giştî yê NATOyê re şandin.

Li gor Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, nameyên balyozên Swêd û Finlanda yên ji bo endamtiya NATOyê wergirtine û diyar kir ku mafê her welatekî heye ku rêya xwe hilbijêre û ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li serlêdana her du welatan dikin.

Stoltenberg da zanîn, endamtiya Swêd û Finlandayê wê ewlehiya NATOyê zêde bike û got: “Serlêdana îro gaveke dîrokî ye. Niha jî welatên hevpeyman wê rêya NATOyê binirxînin. Divê fikarên ewlehiyê yên hemû hevpeymanan li ber çavan bên girtin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkan bi berfirehî çareser bikin û bi lez bigihin çareseriyekê."

Herî dawî Stoltenberg destnîşan kir, hemû welatên hevpeyman li ser pêwîstiya berfirehkirina NATOyê hemfikir in.