Tirkiyê bi fermî serlêdana endamtiya BRICSê kir
02 îlon 2024 22:11
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Tirkiyê ji bo bibe endamê koma BRICS a aborîyê ku ji aliyê welatên Brezilya, Rusya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr ve hatiye avakirin, serlêdana xwe ya fermî kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa Bloomberg ku dispêre çavkaniyên ji mijarê agahdar, Tirkiyê bi fermî serlêdana endamtiya BRICSê kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye hem endameke girîng a NATO ye hem jî berê xwe dide xeta welatên wekî Çîn û Rûsyayê ku dixwaze bi cîhana pirxetî re pêwendiyên xwe xurt bike.
Li gorî nûçeyê piştî ku Tirkiyê hêviya xwe ji pêşveçûna proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê qut kiriye, çend meh berê serlêdana endamtiya BRICSê kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsyayê mercek ji bo endamtiya BRICSê da ber Tirkiyê
06 îln 2024
Jiyan
Endamtiya Îranê ya BRICSê bi fermî destpêkir
01 rbn 2024
Kurdistan
Azerbaycanê bi fermî serlêdana endamtiya BRICSê kir
21 tbx 2024
Cîhan
Iraqê bi fermî 22 qereqol li ser sînorên Tirkiyê vekirin
10 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin