Rûsyayê mercek ji bo endamtiya BRICSê da ber Tirkiyê

06 îlon 2024 21:07
Rûsyayê mercek ji bo endamtiya BRICSê da ber Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo endamtiya Tirkiye ya BRICSê mijara Ukraynayê wekî merc nîşan da.

Lavrov got ku di mijara Ukrayna de, divê Tirkiye ne nirx û nêrînên Yekîtiya Ewropayê, lê yên endamên BRICSê qebûl bike.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê bi fermî daxwaza endamtiya BRICSê kiriye ku aktorên sereke yên wê rêxistinê Rûsya, Çîn û Brezîlya ne.

Cara yekem e Lavrov mercê Ukraynayê ji bo endamtiya Tirkiyê radigihîne ku hîn ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.