Endamtiya Îranê ya BRICSê bi fermî destpêkir

02 rêbendan 2024 02:41
Endamtiya Îranê ya BRICSê bi fermî destpêkir

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Nasir Kenanî li payîtexta Îranê li Tehranê di civîna çapemeniyê de ragihand ku endamtiya Îranê ya BRICSê bi fermî destpêkiriye. Kenanî got ku Îran bûye endamê temamî yê BRICSê û BRICSê derfetên gelek fireh dide Îranê. Kenanî weha got:

“BRICS bi endamtiya endamê xwe yê nû di seha mêzêna navdewletî de ciyekî baş bidest xist. Îran îstîfada ji piraliya BRICSê, derfet û potansiyela wê her wext baş şopandiye û BRICS bi fonksiyonên xwe yên piralî di seha navdewletî de derfetên gelek baş daye Îranê.”

BRICS a ku ji dewletên Brezilya, Rûsya, Hindistan, Çin û welatên Afrîka Başûr pêk tên, lîderên wan di civîna 15em ya di 24ê Tebaxa 2023an de biryara zêdekirina endamên xwe dabû û welatên Saûdi Arabistan, Îmaratan, Îran, Misir, Arjantîn û Etiyopyayê dawetî endamtiya xwe kiribûn.