Serokwezîrê Macaristan: Em ji bo pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê nalezînin

26 îlon 2023 00:03
Serokwezîrê Macaristan: Em ji bo pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê nalezînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban, li ser pesendkirina di parlamentoyê de ya endamtiya NATO ya Swêdê ragihand ku ew ji bo wê nalezînin.

Macaristanê serlêdana endamtiya Finlandayê beriya niha ligel Tirkiyeyê pesend kiribû, lê herdu welatên Macaristan û Tirkiye hê jî endamtiya Swêdê li parlamentoyên xwe nepejirandine.

Viktor Orban daye xuyakirin, "Niha meraq dikim gelo lezeke me ya pesendikirina endamtiya NaTO ya Swêdê heye yan na. Ez rewşeke wiha nabînim.”