Dr. Viyan Sebrî li ser xebatên avakirina hukumeta Bexda û hilbijartina serokkomar agahiyan da

16 tîrmeh 2022 20:38
Dr. Viyan Sebrî li ser xebatên avakirina hukumeta Bexda û hilbijartina serokkomar agahiyan da

PeyamaKurd – Wekîla grûba PDK ê ya parlementoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî li Bexdayê bi terefên siyasî re hevdîtinan dike û li ser avakirina hukumeta nûh ya Bexdayê agahiyan dide. Li ser mijarê Dr. Viyan Sebrî ji bo Basnewsê weha ragihand:

“Me dest bi hevdîtinan kir da piştî cejna Qurbanê hukumeta nûh ava bikin. Koalîsyona Yekîtiyê civîna xwe kir û serokatiya parlementoyê ragihandibû ku wê di hefyteya pêşiya me de hilbijartina serokkomar çêbibe. Di vê celsê de ne tenê mijara serokkomariyê wê li ser tayînkirina serokwezîr û avakirina hukumetê xebat bên kirin.

Heyeta PDK ê jî di vê çarçoveyê de dest bi hevdîtinan kir. Serokê heyetê û endamên heyetê ku ji aliyê serok Mesûd Barzanî de hat destnîşankirin û li Bexdayê li ser vê bingehê dest bi hevdîtinan kir. Wê di vê hefteyê de hevdîtin zêde bibin û dê bên firehkirin.

Em weka PDK, ji bo me pirsa herî girîng ev e; bernama xebatê ya hukumeta berê çi bû û ji bo pêşdebirina têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê mirov dikare çi bike? Ji xwe rewş tevliheve. Ji ber wê terefên ku dixwazin hukumeta nûh ava bikin, divê em van mijaran bi wan re gotûbêj bikin. Hukumeta ku li ser vê bingehê bê avakirin, divê em li serê lihev bikin.

Gelek mijar hene ku em li ser wan munaqeşê bikin. Em weka PDK xebata xwe li ser esasê yekîtiyê, hevpar û xweşbîniyê dixwazin. Serokê parlementoya Iraqê bang li  terefan kir ku civînên xwe li ser van bigehan bikin, li ser mijarên hevpar lihev bikin û di mijarê de berpirs tevbigerin.”