Wezîfa avakirina hukumeta Lubnanê dan Necîb Mîkatî
PeyamaKurd – Serokê dewleta Lubnanê Mîşel Awn berê wezfê dabû Saad Harîrî da hukumeta Lubnanê ava bike lê Harîrî biserneket û niha Awn wezîfa avakirina hukumetê da serokwezîrê berê yê Lubnanê Necîb Mîkatî.
Piştî teqîna li lîmana Lubnanê çêbû, serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab di 10 ê tebaxa 2020 an de, îstîfa kiribû û Awn bo wezîfa avakirina hukmetê bide yekî, bi partî û grûban re şêwra xwe kir û di encamê de wezîfa avakirina hukumetê da serokwezîrê berê Necîb Mîkatî.
Piştî şêwrê, serokkomariya Lubnanê bi awayeka nivîskî ragihand ku serokwezîrê berê hatiye dawetkirin bo qesra Baabda ya Lubnanê.
Mîkatî di navbera salên 2005-2011 an de serokwezîrtiya Lubnanê kiriye. Necîb Mîkatî parlementere û hem karsaz e. Mîkatî di hevdîtinên Koşka Baabdayê de ji dengên 115 endaman raya an ku dengê 72 endaman girtiye. 42 parlementer xwe ji dengdayînê vekişandine û parlementerekî dengê xwe daye Newaf Selam.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin