Doz li 48 komandoyên ku neçûn operasyona PKKê hat vekirin
03 berfanbar 2018 23:54
PeyamaKurd - 48 komandoyên Tugaya Komandoyan a Boluyê ku sala 2017an nexwestibûn biçin operasyona dijî PKKê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, doz hat vekirin.
Di doznameya leşkeran de, tê gotin ku bêîteatiya fermanê kirine û ceza ji bo wan tê xwestin.
Li gor nûçeya medya tirk, leşker dibêjin, ew bo 8 rojan çûne operasyona dijî PKKê, lê ji ber ku 4 hevalên wan hatine kuştin moralê wan xera bûye û vegeriyane cihê xwe.
Herwiha leşker di îfadeyên xwe de dibêjin, deruniya wan têk çûye û loma jî cardin venegeriyane cihê operasyonê û hemû komandiyên doz li wan hatiye vekirin ji karê xwe îstifa kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin