Li Amedê 4 kes ji ber vekirina posterên endamên PKKê hatin girtin

30 tebax 2026 15:45

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi ragihand ku li Amedê çar kes ji ber ku li hin kuçeyan posterên endamên PKKê daliqandine, hatine desteserkirin. Çiftçi, ev kiryarê wekî "provokasyon" bi nav kir û got, "Her provokatorekî ku xwe bide wê yekê ku hewaya me ya yekîtiya neteweyî û biratiyê jehrî bike, dê berteka ku heq dike bibîne."

Li Amedê 4 kes ji ber vekirina posterên endamên PKKê hatin girtin

RûpelNews - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi ragihand ku li ser vekirina posterên endamên PKKê li hin kolanên Amedê çar kes hatine girtin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Çiftçi destnîşan kir ku kesên hatine girtin posterên endamên PKKê vekirine û ev kiryar wek "provokasyoneke" li dijî pêvajoya "Tirkiyeyeke Bê Teror" bi nav kir.

Çiftçi got, "Ji bo kesê ku hewl bide pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror a ku welatê me ji bo rizgarkirina xwe ji bela terorê ya 50 salî dest pê kiriye asteng bike, dê ti tolerans neyê nîşandan. Her provokatorkê ku bi wêre û hewl bide hewaya me ya Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê jehrî bike, dê muameleya ku heq dike, bibîne."

"Çar kes hatin desteserkirin"

Çiftçi derbarê bûyera li Amedê de agahî da û got:

"Çar kesên ku hewl didan bi daliqandina posterên endamên rêxistineke terorîst li hin kuçeyên kêlekê yên Amedê aloziyê derxin, wek encama xebata hûr û kûr a hêzên me yên ewlehiyê hatin girtin û binçavkirin."

Çiftçi destnîşan kir ku Wezareta Karên Navxwe bi saziyên din ên dewletê re bi hevrêzî dixebite û diyar kir ku armanca wan ew e ku tundûtûjiyê ji rojeva Tirkiye rakin û hevgirtina civakî xurt bikin.

"Em pêvajoyê bi biryardarî dişopînin"

Çiftçi, tekez kir ku pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" divê ji provokasyon û îstîsmaran dûr bê girtin û got, "Em pêvajoyê bi biryardarî dişopînin da ku em misoger bikin ku ev serdema hestiyar ji her cure provokasyon û îstîsmaran dûr bimîne."

Çiftçi, ku diyar kir ku berpirsiyariya her kesî, ji partiyên siyasî bigire heta rêxistinên civaka sivîl û welatiyan, heye, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî anî: "Rêya Tirkiyeyê di nav aştiyê, yekîtiyê û paşerojeke xurt de ye."