MSB: Di êrîsa ji aliyê PKKê ve hat vekirin de leskerekî me can da

13 gulan 2023 16:30
MSB: Di êrîsa ji aliyê PKKê ve hat vekirin de leskerekî me can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyonên ku li ser sînorên Herêma Kurdistanê berdewam dikin de leşkerekî Tirk can daye.

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) daxuyand ku di operasyona "Pence-Kilîd"ê ya ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê hat lidarxistin de leşkerê Peyade Muhammed Kuçuk di encama gulebarana endamên PKKê de can da.

Hat diyarkirin, leşkerê ku can daye li ser nifûsa navçeya Hassa ya Hatayê ye.

Di daxuyaniya duyemîn a MSByê da hat diyarkirin ku di êrîşa ku li herêma operasyonê hat kirin de 2 PKKyî hatin kuştin.

Di 18ê Nîsana 2022an de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê operasyona "Pence-Kilîd" hatibû destpêkirin.