Li navça Kercewsê ya bi ser Batmanê di operasyona PKKê de 11 kes binçav kirin
14 tîrmeh 2024 17:21
PeyamaKurd – Li navça Kercewsê (Gercüş) ya bi ser Batmanê di operasyona hêzên ewlehiyê de 1 ji wan muxtar 9 kes hatin zîndanîkirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
11 kesên li Kercewsê hatin girtin wan birin navenda baregeha cendirmeyan ya Kercewsê û piştî sitendina îfadeyan wan şandin Batmanê feremandariya bajêr ya cendrimeyan.
Ji fermandariya cendirmeyan wan derxistin ber dadgehê, dageh 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda û 9 kesan şandin zîndanê.
Her 9 kes bi tewana ku destekê dane rêxistina PKKê tên tewanbarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Xortê li navça Bismilê wenda bû, cesedê wî li Batmanê hat dîtin
08 adr 2025
Jiyan
Li navça Gebzeyê operasyona ser PYD/YPGê hat kirin û 4 kes bûn zîndanî
15 cot 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin