“Dorpêç dê bandoreke mezin li ser ekonomiya Îranê çêke”
PeyamaKurd - Berpirsên payebilind ên Wezareta Derveyî ya Amerîkayê: "Em hewl didin ku li hemberî helwesta xebîs a Îranê koalîsyoneke navneteweyî çêkin. Lê em dikarin vê bibêjin ku emê biryarnameya serokatiyê bi tundî bicih bikin û erkên din jî bi kar bînin."
Berpirsên payebilind ên Wezareta Derveyî ya Amerîkayê diyar kirin ku wê ambargoya li ser Îranê bi tundî were bicihkirin û dê "bandoreke mezin" li ser aboriya Îranê çêke.
Ji Wezareta Derveyî ya Amerîkayê berpirsên payebilind ên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin, ragihandin ku wê ambargo bibiryarî were meşandin.
Berpirsan destnîşan kir ku wê ambargo piştî nîvê şevê dest pê bike û wiha nirxandin kirin: "Guman tuneye ku wê bandoreke mezin a vê ambargoyê li ser ekonomiya Îranê çêbibe."
Berpirsan anî ziman ku di ambargoyê de hedef dolarê Amerîkî, zêr, madena biqîmet, pola, komir û pîşesaziya otomotîvê ye.
Herwiha diyar kirin ku: "Armanca me ne guherandina rejimê ye, guherandina helwesta Îranê ye."
Ji bo hevbendiyeke navneteweyî jî wiha nirxandin kirin:
"Em hewl didin ku li hemberî helwesta xebîs a Îranê koalîsyoneke navneteweyî çêkin. Lê em dikarin vê bibêjin ku emê biryarnameya serokatiyê bi tundî bicih bikin û erkên din jî bi kar bînin. Ji bo welatên din jî vê bicih bînin em bi wan re diaxivin lê bila gumana tu kesî tunebe emê van erkan bi kar bînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin