Boykota Kurdan bandoreke mezin li encamên hilbijartinên Îranê kir

24 sibat 2020 04:45
Boykota Kurdan bandoreke mezin li encamên hilbijartinên Îranê kir

PeyamaKurd – Hilbijartinên parlamentoya Îranê yên ku 21ê Sibatê hatin kirin, di bin boykota aliyên siyasî yên Kurd de pêk hat. Li gorî daxuyaniyên fermî rêjeya beşdarbûna dengdanê jî 42% ye, lê aliyên opozisyonê jî dibêjin, rêjeya dengdanê li dor ji sedî 20an e.

Berdevkê komîteya netewî ya hilbijartinên Îranê Ismaîl Mûsewî ragihand ku encamên hilbijartinan wê sibe werin eşkere kirin. Mûsewî diyar ku ji nav 208 deverên hilbijartinan, encamên 23 deveran hatine ragihandin.

Wezareta Navxwe ya Îranê jî eşkere kir ku lîsteya namzedên girêdayî Heres El-Sewrî li Tehrana Paytext ku 30 kursiyên wê yên parlemanê hene, pêşengiya pêşbirka hilbijartinan dike.

Ajansa fars jî bîlançoyeke ne fermî belav kir ku tê de daxuyakirin, Muhafizan 191 kursî, Îslahiyan 16 kursî û yên serbixwe jî 34 kursî qezenc kirine.

Li gorî ajansa Reutersê jî muhafîzan 178, Îslahiyan 17 û yên serbixwe 43 kursî bidest xistine.

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fazlî ragihand ku di hilbijartina Îranê de 24 mîlyon û 512 hezar kesan deng bi kar anîne û tevlîbûn ji sedî 42,57 e.

Rêjeya tevlîbûnê rêjaya beşdarbûna hilbijartinê ya herîm kêm e di nav 40 salên borî de ku li Rojhilatê Kurdistanê piraniyên aliyên Kurd hilbijartin boykot kirin.

Opozisyona Îranê jî berevajî daxuyaniya fermî ya Wezîrê Navxweyî ya Îranê dibêje, rêjeya dengdanê li dor ji sedî 20an e ne ku ji sedî 42 ye.