Dîplomatê Kurd bû balyozê Iraqê yê li Urdinê
29 mijdar 2024 02:23
PeyamaKurd – Dîplomatê Kurd 0mer Berzenci bû balyozê Iraqê yê li Urdinê. Berzencî berya Urdinê, li Lubnan, Romanya, Vatikan û Qatarê balyoz bû. Berzencî ragihand ku gihaye balafirxana Ammanê ya Urdinê û bi fermî dest bi karê xwe kiriye. Berzencî got:
“Ez di wextê sibê de giham payîtexta Urdinê Ammanê. Wezareta karên derve ya Iraqê wezîfa balyoziyê ya Urdinê dabû min û min dest bi balyoziya Iraqê ya li Urdinê kir.”
Omer Berzencî ji sala 2004an heya niha di wezareta karên derve ya Iraqê de dixebite û pisporê mafên mirovan û têkiliyên navdewletiye.
Serokkomarê Iraqê Latif Reşid, di 27ê Sermawezê de belga tayîna balyoziya Urdinê da Berzencî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin