Balyozê Hindistanê li Iraqê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi rêyeke rast ve diçe
PeyamaKurd – Balyozê Hindistanê li Iraqê Prashant Pise ragihand ku destpêşxeriyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek girîng in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi rêyeke rast ve diçe.
Balyozê Hindistanê Prashant Pise di hevpeyvîna xwe de amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyeke wan ya dîrokî bi Herêma Kurdistanê re heye û got, "Divê em di warê tenduristiyê de hevkariya xwe baştir bikin. Em dixwazin Herêma Kurdistanê sûdê ji teknolojiya Hindistanê werbigire. Hevrêziya me li gel Kurdistanê heye. Hikûmeta Herêmê di asteke baş de ye, nûnerên me yên Iraq û Herêma Kurdistanê û gelek welatên cîhanê hene."
Pise pesnê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û got, destpêşxeriyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gelekî girîng in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi rêya rast ve diçe.
Prashant Pise amaje bi wê yekê jî kir ku giring e xwendekarên Kurd ji bûrsa Hindistanê sûd werbigirin û tekez kir, ku ew hizra danûstandina ezmûn û zanyariyan di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û Hindistanê de dikin.
Pise bal kişand ku nêzî 10 hezar welatiyên Hindistanê li Herêma Kurdistanê dijîn û got, "Li Herêma Kurdistanê bi hev re jiyaneke aştiyane heye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin