Di malpera Demirtas de 4 ziman hene lê Kurdî tuneye!

04 rêbendan 2023 15:31
Di malpera Demirtas de 4 ziman hene lê Kurdî tuneye!

PeyamaKurd Di malpera ku ji aliyê Hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş ve ji bo gihandina nêrîn û pêşniyarên xwe vekiribû, Kurdî tuneye.

Demîrtaş di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de ragihand, wî malpereke bi navê demirtasinfo.com/tr/mesaj-gonder vekiriye.

Demîrtaş got, “Hûn dikarin pêşniyarên xwe li vir binivîsin. Hûn bawer bin ku her nêrîna we, wê ji hêla parêzerên min ve ji min re were ragihandin û ez ê wan bi hûrgulî binirxînim. Haydê em destpê dikin. Bextê we xweş be. Bila rêya we û me zelal be."

Di malperê de 4 ziman hene, lê Kurdî tune!

Selahattin Demirtaş malper vekir, ji bo ku nêrîn û pêşniyaran werbigire, lê 'Tirkî, Almanî, Fransî û Îngilîzî' heye, 'Kurdî' tuneye.

Li aliyê din bikarhênerên medyaya civakî bertek nîşanî vê rewşê dan û destnîşan kirin ku divê Kurdî jî tê de cih bigire.