Demirtas zimanê Kurdî li malpera xwe ya taybet zêde kir

06 rêbendan 2023 15:32
Demirtas zimanê Kurdî li malpera xwe ya taybet zêde kir

PeyamaKurd Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş zimanê Kurdî li malpera xwe ya taybet zêde kir.

Siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgehê de ye, ji bo şandina pêşniyar û nêrînan, roja 2yê Çileya 2023an lînka malperekê li ser Twitterê belav kir û diyar kir, wê hemû nêrînên ku werin malpera wî, wê bi parêzerên wî bigihin wî û ew ê hemû nêrîn û pêşniyaran bi hûrgilî binirxîne.

Herwiha malpera Demîrtaş bi 4 zimanan bû û welatî dikaribûn bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Fransî şîrove û pêşniyarên xwe bişînin, lê zimanê Kurdî di beşa zimanan a wê malperê de tunebû.

Di malpera Demîrtaş de tunebûna zimanê Kurdî, li medyaya civakî  rastî gelek rexne û nerazîbûnên ji aliyê şopîneran ve hat.

Herwiha piştî rexne û nerazîbûnan roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an zimanê Kurdî jî li ser malpera Selahattin Demirtaş hat zêdekirin.