‘Çima li Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene, lê Kurdî nîne?’

14 rêbendan 2020 00:06
‘Çima li Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene, lê Kurdî nîne?’

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên ku li Balafirgeha Stenbolê ya nû xizmeta bi 36 ziman û 80 zaravan bo rêwiyên biyanî tê dayîn û Kurdî tê de cih nagire, HDP jî ket tevgerê pirsnameyek pêşkeşî parlamenê kir.

Beriya niha jî di karûbarên saziyên tenduristiyê de, tevî ku zimanên biyanî jî hebûn nebûna Kurdî di wan xizmetan de ketibû rojevê û ti gavek jî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ve nehatibû avêtin.

Parlamentera Sêrtê ya HDPê Meral Daniş Beştaş, mijara nebûna Kurdî di xizmetên ziman ên Balafirgeha Stenbolê de anî rojeva parlamentoya Tirkiyê û got, ji ber ku bi Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene û Kurdî tune, me mijar bir rojeva meclîsê û xwest sedema tunebûna Kurdî fêr bibin.

Beştaş, ji bo bersivê bide pirsnameyek pêşkeşî parlamenê kir daku Wezîrê Binesazî û Ragihandinê yê Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan bi nivîskî bersivê bide.

Parlamentera HDPê got ku di balafiran û maşîneyên din ên komî de li gel Tirkî zimanên din ên wekî Erebî, Îngîlîzî û zimanên din jî hene, lê Kurdî tune û xizmeta Kurdî nayê kirin. Beştaş anî ziman ku ev pêkanîn ji bo hemû kesên zimanê wan ê zikmakî pêdiviyek giring e û wiha got: "Di ekrana tabelayê de 36 ziman û 80 zarav hene. Rêwî kijan zimanî bixwaze bi mikrofona li vir bang dike û li gorî wê şewirmend dixwaze. Lê bi kurdî tune ye."  

Beştaş, da zanîn bi zimanê Çinî, Japonî, Koreyî, Tayî, Teluguyî, Tamilî, Hintî, Endenozyî, Vietnamî, Malayî, Îtalyanî, Almanî, Portekizî, Katalanî, Felemenkî, Danî, Norveçî, Swêdî, Finî, Rusî, Kazakî, Çekî, Lehî, Macarî, Slovakî, Hirvatî, Bulgarî, Rumenî, Eribî, Îbranikî, Slovenî Urduyî heye lê bi Kurdî tune ye. Beştaş, da zanîn ku nêzî 20 milyon Kurd li vî welatî dijîn û xizmeta cemaweriyê li pêş zimanê Kurdî asteng e."  

Pirsnameya HDPê ya hatiye pêşkeşkirin wiha ye:

  1. Di qad û cihên ragihandina komî de çima Tirkî, Îngîlîzî heye. lê çima Kurdî tune ye?  
  2. Di bangên li Balafir û balafirgehê de çima bi Kurdî bang nayê kirin. Çima xizmeta wergera Kurdî nayê kirin?"  
  3. Li Balafirgeha Stenbolê pergala wergera 36 ziman û 80 zaravayî heye, lê çima Kurdî tune ye?  
  4. Kurd çima rastî cudakariyê tên?  
  5. Wergera bi Urdukî ji wergera Kurdî bêtir elzem e gelo?  
  6. Kurd ma me welatiyê vî welatî ne?