'Dewleta ku bi Ocalan re hevdîtinan dike çima Demîrtaş di zindanê de dihêle?’
Rojnameger Abdulkadîr Selvî ku wekî nêzîkî Hikûmeta AK Partiyê jî tê naskirin, di nivîsa xwe de got ku, serbestberdana siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş, ku nêzîkî 10 sal in di girtîgehê de ye, dikare bandoreke erênî li pêvajoya nû bike.
RûpelNews - Nivîskarê rojnameya Hurruyetê Abdulkadîr Selvî, di gotareke ku tê de nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoya aştiyê de nivîsand got ku "Serbestberdayîna Selahedîn Demîrtaş dikare bandoreke erênî li pêvajoyê bike. Ew dikare lezê bide pêvajoyê. Ji ber ku Selahedîn Demîrtaş di nav DEM Partiyê de xwedî giraniyeke berbiçav e. Wekî din, wî bandoreke girîng li pêvajoyê kiriye.”
Li gorî nivîsa Selvî, AK Partiyê li ser çarçoveya yasayî amadekarî kirine û lihev hatiye kirin ku di meha Gulanê de danûstandin destpê bikin û gavên şênber bêne avêtin.
Beşa têkildar a ji gotara Selvî wiha ye:
"Pêvajo carinan radiweste, carinan lezê digire. Lê bi her rojeke ku derbas dibe, girîngiya pêvajoyê her ku diçe zêdetir diyar dibe. Jonathan Powell, danûstandinvanê pêvajoya IRAyê, carekê gotibû, 'Bisîkletê bajon' Heke hûn neajon, hûn bikevin. Di pêvajoyê de pêşketineke berbiçav çêbûye. Civak li vê pêvajoyê xwedî derketiye. Gel neketiye wê 'tirsê ji perçebûnê' ya ku ji aliyê ÎYÎ Partî û Zafer Partî ve tê belavkirin. Ji ber ku wan pêşketinên li ser erdê dîtine. Lêbelê, hîn rêyeke me ya dûr heye. Me deryayê derbas kir; em nehêlin di çemekî de bixeniqin.
Niha dema wê ye ku em reformên yasayî, ku yek ji qonaxên sereke yên pêvajoyê ye, çareser bikin. Nîqaşek hebû li ser wê yekê ka gelo divê PKK pêşî çekên xwe deynê û paşê reformên yasayî werin pêkanîn, an jî divê pêşî reformên yasayî werin pêkanîn û paşê PKK çekên xwe deynê. Ew veguherîbû rewşeke wekî 'kîjan pêşî hat, mirîşk an hêk'. Lêbelê, ev nîqaş hatiye çareserkirin. Ev mijar li Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hate gotûbêjkirin.
Di nav AK Partiyê de li ser pêkanîna reformên yasayî lihevkirinek derketiye holê. Tê payîn ku di meha Gulanê de kar dest pê dike. Bi rastî, plan hene ku bi beşdariya wezaretên têkildar 'Mekanîzmayeke Ewlekariyê' were avakirin. Tê pêşbînîkirin ku Mekanîzmaya Ewlekariyê ji nûnerên Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MIT), Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Dadê pêk were. Kesên ku di çalakiyên sûc de hatine tawanbarkirin û yên ku nehatine tawanbarkirin dê li wir bên nirxandin. Wekî din, dê heyameke çavdêriyê ya sê an pênc salan were danîn.
Azadkirina Selahedîn Demîrtaş, dikare bandoreke erênî li pêvajoyê bike. Ew dikare di demeke zûtir depêşketinan di pêvajoyê çêbike. Ji ber ku Selahedîn Demîrtaş di nav bingeha DEM Partiyê de xwedî bandoreke xurt e. Wî her wiha piştgiriyeke girîng ji pêvajoyê re kiriye. Eger dewlet bi Ocalan re dicive, çima Selahedîn Demîrtaş di girtîgehê de dihêle?"
