Derhênerê kurd Kazim Oz îro derdikeve pêsberî dadwer

01 cotmeh 2019 16:11
Derhênerê kurd Kazim Oz îro derdikeve pêsberî dadwer

PeyamaKurd - Derhênerê kurd Kazim Oz, ku bi tohmeta “endamtiya PKKê” li dijî wî doz hatiye vekirin, li dadgeha bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê derdikeve pêşberî dadwer.

Hikûmeta Tirkiyê, Kazim Oz bi endamtiya PKKê tohmetbar dike û li dadgehê li dijî wî doz vekiriye. Oz par li Dêrsimê hatibû girtin lê piştî lêpirsînê dîsa hatibû berdan. 

Derhênerê kurd Kazim Oz îro derdikeve pêşberî dadwer

Di doznameya hikûmetê de hatiye gotin ku derhêner Kazim Oz, sala 2010an li bajarê Diyarbekirê beşdarî xuleka perwerdê ya PKKê bûye û “rapora xwe rexnekirinê” daye PKKê!

Ji Kazim Oz re ji 7 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Oz nerazîbûna li ser dadgehîkirina xwe gotiye, hikûmeta Tirkiyê bi vê yekê dixwaze neyarên xwe serkut bike. Îro fîlmên wî tên dadgehîkirin.

‘JI BER KU BI SÎNEMAYÊ RE MIJÛL IM DOZ LI MIN VEKIRIN’

Kazim Oz derbarê dozê de got ku, “kî li min û jiyana min binere, li telefonên min guhdar bike, wê bibine ku ez derhêner im û bi tene bi sînemayê re eleqedar im. Bi tenê ji ber ku ez bi sînemayê re mijûl im doz li min vekirine. Ji bilî sînemayê tiştekî din nakim.”

Hêjayî gotinê ye ku derhêner Kazim Oz  disala 1973yan de li bajarê Dêrsimê ji dayîk bûye. Heta niha ji ber fîlmên ku çêkiriye, bi dehan xelat standiye. Yekemîn fîlma wî kurtefîlma “Ax” bû. Yekemîn fîlma wî ya dirêj jî “Fotograf” bû ku sala 2001ê xilas kir û sala 2002 jî hat nîşandan. Oz herî dawî bi fîlmê Zer derketibû pêşberî sînemahezan.