Çîroka servanên jin ên Kurd 9ê Cotmehê derdikeve pêsberî temasevanan

04 tebax 2019 13:12
Çîroka servanên jin ên Kurd 9ê Cotmehê derdikeve pêsberî temasevanan

PeyamaKurd - Derhênera fîlma Soeurs d'Armes Caroline Fourest, (Destexwişkiya Çekdarî ya Jin) li ser naveroka fîlma ku şerê jinên Kurd ê li dijî DAIŞê tîne ziman got: "Ev fîlm, çîroka jinên şervanên Kurd ên jinên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kirin tîne ziman."  

 Derhênera fîlma “Soeurs d'Armes (Destexwişkiya Çekdarî ya Jinan" Caroline Fourest, dibêje bêyî nîşandana alîyekî siyasî û rêxistinê çîroka jinên Kurd ên li dijî DAIŞê şer dikin di fîlm de hatiye honandin.

Fourest, di hevpeyvîna digel DWyê de li ser wî fîlmê xwe ku di 9ê Cotmehê dikeve vizyonê  wiha axivî:

"Ev berî her tiştî li dijî fanatizmê çavkaniya berxwedanê ye. Fîlma Soeurs d'Armes, çîroka jina Êzidî ya ciwan a bi navê Zara ku ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û kirine kole tîne ziman. Zara, piştre ji DAIŞê reviya û di nava yekîneyek navneteweyî ya leşkerî de tev li şer bû. Ev metafora şer tîne ziman. Ev fîlm tu kom û cîyekî nayîne ziman. Ev fîlmê Soeurs d'Armes tenê tundiya fanatizmê û berxewdana jinê tîne ziman. Ez 20 sal in li ser vê mijarê dixebitim. Min fam kir ku mêrên DAIŞî pir ditirsin ku ji aliyê jinekê ve bên kuştin. Ji şervanên kurd ên jin pir ditirsin. Ji ber ku bawer dikin dema ji aliyê jinekê ve bên kuştin naçin bihuştê. Ji ber vê yekê min xwez vê hêza şoreşê ya sembolik bi fîlmê sinemayê bînim ziman.” 

Fourest, destnîşan kir ku li dijî derewên trolên înternetê ev fîlm qala PKKê nake û tenê Fragmana wê 800 hezar kesan temaşe kir û wiha got: "Ev wan bêzar dike. Ev fîlm wê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bixe panîkê. Ev fîlm çîroka jinên kurd ên jinên êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirine vedibêje."