Îsraîl li dijî operasyona Tirkiye ya nav Rojavayê Kurdistanê derdikeve

22 tîrmeh 2022 14:59
Îsraîl li dijî operasyona Tirkiye ya nav Rojavayê Kurdistanê derdikeve

PeyamaKurd – Dewleta Israîl, li dijî operasyona Tirkiye ya nav Rojavayê Kurdistanê û Sûriye derdikeve û diyar dike, her operasyoneke Tirkiyê ya di nav axa Sûriyê de, wê bibe sedema zêdebûna serdestiya Îranê li dijî xurtbûna HSDê.

Li gor malpera Exyos, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Israîlê Iyal Holata ji hevtayê xwe yê Amerîkî Jac Sulivan re destnîşan kiriye: “Her êrîşeke Tirkiyê li ser bakurê Sûriye, wê zerareke mezin bigihîne gelê Kurd û bibe sedem ku Îran sûdê ji bo demeke dirêj jê bibîne.”

Piştî gefên Tirkiyê bo operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gel artêşa Sûriyê li hev kiribûn da ku derbasî navçeyên wan bibe bo berevaniya hevbeş dijî hêzên Tirkiye.