Dengbêj Kazo li Stenbolê emelîyat bû
Dengbêj Kazo, yek ji kesayetên girîng ên muzîka kurdîye, piştî emeliyata li Stenbolê pêvajoya dermankirina xwe didomîne. Hat hînbûn ku tenduristiya hunermend baş e.
RûpelNews - Keça Dengbêj Kazo, hunermend Rêzan Şîrvan, ji RûpelNews re axivî û got ku bavê wê çend roj berê piştî ku li malê nexweş ket, birine nexweşxaneyek taybet a li Stenbolê. Wê diyar kir ku bijîşkê ku berê ew emelîyat kiribû piştî muayeneya ultrasonê biryar da ku emelîyatek din bike.
Hat ragihandin ku Kazo ji ber pirsgirêka prostatê emelîyat bûye, emelîyat serketî bûye, tevna ku hatiye derxistin ji bo muayeneya patolojîk hatiye şandin û li bendê ne ku encam werin wergirtin.
Tê ragihandin ku hunermend, ku piştî emeliyatê dê demekê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bimîne, rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Rêzan Şirvan, bi rêya RûpelNews, spasiya heval, dost, hezkirî û alîgirên xwe kir ku di vê dema dijwar de ji bo Dengbêj Kazo daxwaza başbunê kiribûn.
