Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi koronayê ketin

16 nîsan 2020 16:56
Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi koronayê ketin û niha li nexweşxaneyeke Stenbolê têne razandin.

Li gor agahiyên berdest, hunermend Kazo û hevjîna wî beriya 7 rojan pişkinîna vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) ji wan re hatiye kirin û encama pişkinînan pozîtîv bûye û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê têne razandin û di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Herwiha keça Kazo ya wekî bavê xwe hunermend bi navê Rezan Şîrwan jî hatiye karantînkirin.

Hunermend û dengbêjê navdarê Kurd, Kazo ku 70 salî ye, sala 1950an li gundê Govelek li bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê di nava malbateke dengbêj de ji dayik bûye, û her ji zaroktiya xwe ve hunera resen a Kurdî û dengbêjî nas kiriye û di temeneke zû de dest bi dengbêjiyê kiriye. Kazo, zêdetir bi stranên xwe yên wekî Felek, Çiyayê Simbil Hekarî,  Hey Lo Delal tê naskirin û hezkirin.