Demirtas: Min bavêjin Yûnanistanê jî ezê vegerim û hesab bipirsim
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrne ji Mijdara 2016an ve zindanî kiriye, îro bi rêya SEGBIS derket pêşberî dadgeha Enqerê ku 142 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.
Demirtaş di parastina xwe ya îro 16ê Tîrmehê de ku sibe jî dê dewam bike, dubare got ku girtin û darizandina wî helwesteke siyasî ye û ji roja bûye hevserokê HDPê ve bê navber bi destê darazê xwestine wî bidin rawestandin.
Demirtaş bal kişand ser ku bi taybet ew bo dadgehkirinê û astengkirina siyasetê hatiye hilbijartin û diyar kir, “Ger hûn min danîn ser sînorê Yûnanîstanê jî, ez dîsa nerevim. Ji bo ku ez hesap ji kesên em avêtin girtîgehê bipirsim, ezê dîsa paşve werim. Gelo hûn ji bo berjewendiyên kîjan çemaweriyê min digirin.”
Demîrtaş, berî dest bi parastina xwe bike, sersaxî ji malbata Parlementerê berê yê HDPê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat re xwest.
Demîrtaş di berdewamê de got, “Dadgeh, bi awayekî bêhiqûqî min girtî dadgeh dike. Weke ku darizandina girtî bingeh be û darizandina ne girtî îstîsna ye, dixwazin têgînekê ava bikin. Darizandina girtî, tenê di dozên siyasî de hûn esas digirin. Lê ji bo tecawîzkar, diz, kujer û endamên ewlekariyê daraz pir hesas tevdigere.”
Demîrtaş, di warê bêhiqûqiya di darazê de, mînaka Recep Hantaş ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin da û wiha axivî: “Hêj, berî çend mehan li parkeke Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve ne ji ber tiştekê hat kuştin. Zarokê wî polîsî, ji bo bavê wî bê berdan ji CÎMER’ê re nameyek şand. CÎMER’ê jî ev name ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Roja ku serdozger, vê daxwaznameyê dibîne, dixwaze ku polîsê kujer bê berdan. Dadgeh jî heman rojê, berî ku darizandin dest pê bike, wî polîsî serbest berdide. Û Serdozgeiya Komarê ya Amedê, ji bo ku malbatê agahdar bike li ser CÎMER’ê nivîs dinivîsîne. Ji ber vê li Tirkiyeyê weke kut ê zanîn daraz girîngiyê nade girtinê. Dema tê xwestin wisan dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin