Ji Demirtas bo Soylu: Xêre gemaro? Hesabê te hev negirt ne?
PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê li navça Mezitliyê do êvarê êrîşa ku birin ser mala polîsan ji aliyê hevserokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş de hat şermezarkirin. Di derbarê Demirtaş de wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu weha gotibû:
“Qatil Demirtaş. Tu mirovekî berbat û kêmketiyî.”
Li ser vê gotiya Soylu Demirtaş bersiva xwe dereng nexist û bersiva Soylu da:
“Xêre gemaro? Te destê xwe bihev dida û bendebûy, hesabên te yên gemar (qirêjî) beredayî derket, ne? Ji ber wê ye ewqas hêrsa te rabûye?”
“Ez êrîşa çekdar ya li Mersinê şermezar dikim. Berpirsiyariya siyasetê ew e ku mirov di derveyê şiddetê de li çareseriyê bigere. Kuştina rawestîne. Em ê li dijî her cûre şiddetê rawestin. Em ê di siyaseta demokratîk de bi tundî daxwazker bin. Dixwazim herkes vêya bi zelalî zanibe. Tevî astengiyên we, em ê aştiyê û aramiyê bînin vî welatî. Min û wan wawikên (çeqel) gemarî yên der û dora xwe tevlihev neke. Şêr ji landika xwe tê naskirin.”
Li ser vê peyama Demirtaş wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu bertek nîşan da û got:
“Qatil Demirtaş. Tu êrîşa çekdar şermezar dikî. Failê 6-8 ê cotmehê, hefteya borî pesnê serokê terorîstan dida û niha ji zîndanê êrîşê şermezar kiriye. Tu ew çend berbat û kêmketiyî, tu li vê derê hevkarê xwe PKK ê paqij nîşan didî. Hevkariya herî xwurt hevkariya sûcaye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin