Ji Soylu daxuyaniyên balkês: Demirtas yê Qendîlê ye, Mezlûm naxwazin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku bi daxuyaniyên derverêz û dijatiya Kurdan tê naskirin, vê carê jî li ser Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî nirxandineke balkêş kir.
Suleyman Soylu îdia kir ku di navbera rêveberiya Qendîlê (PKK) û Mezlûm Ebdî de nakokî û alozî hene û Amerîka dixwaze Mezlûm Ebdî derxe pêş, lê HDP û PKK li dijî wê yekê derdikeve û got, “Amerîka hewil dide Mezlûm Kobanî legalîze bike. HDP û Qendîl lê xwedî dernakeve.”
Soylu di hevpeyvîneke rojnameya Hurriyetê de gotiye, PKK ji ber derxistina pêş a “General Mazlum” li dinyayê, aciz dibe û wiha pê de çû:
“Amerîka hewil dide Şahîn (Mezlûm Ebdî) legalîze bike. Qendîl û HDP hîç xwedîtiyê lê nakin. Ev rewşeke enteresan e. Diviyabû ew jî li wî zilamê li qada navdewletî tê legalîzekirin xwedî derkevin, lê vê nakin. Ez wisa dixwînin.”
Soylu herwiha îdia dike ku dema operasyona ser Efrînê Qendîlê ji bo Mezlûm Ebdî di zorê de bihêle, hêzên xwe vekişandine û xwestine di nav raya giştî de Mezlûm Ebdî wekî kesekî serneketî nîşan bidin.
Ew di dewamê de jî dibêje, di nav van nakokî û neliheviyan de Selahattîn Demirtaş, Apo (Abdullah Ocalan) kesên bi wan ve girêdayî hene ku ji aliyê Amerîkayê ve têne kontrolkirin.
Soylu dîsa îdia dike ku kesê ku Qendîl lê xwedîtiyê dike Selahattîn Demirtaş e û wî amade dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin