Demirtas: Muxatabê Qendîlê Erdogan bû, divê AKP jî bê girtin!
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş got, heke ji ber pêvajoya çareseriyê ya ligel PKKê HDP bê girtin, divê AKPê jî bê girtin, lewra ne HDP Erdogan bixwe muxatabê Qendîl û Îmraliyê bû.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha Edirneyê girtî ye, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Yenî Yaşamê, bersiva pirsên derbarê rojevê de da.
Selahattîn Demîrtaş got, “Bi taybetî opozisyon, divê her roj, her demjimêr hêvî û wêrekiyê li civakê belav bikin. Ev jî tenê bi du rêyan dibe ku yekem, berhemanîna pêşniyazên çareseriya berbiçav û duyem jî ew e ku em hemû bi hev re li ber xwe bidin.”
Demirtaş li ser hewlên girtina HDPê diyar kir, “Ew diyar bû ku bi guvaşa MHPê û piştevaniya AKPê ew gilî dê bê tomarkirin. Eger Dadgeha Destûra Bingehîn hiqûqê bingeh werbigire, divê pakbûnê pê bide. Lê eger ji ber ku yek ji hevbeşên pêvajoya çareserî bûye HDP tê girtin, divê AKP jî pê re girtin. Ji ber ku tevahiya şandên HDPê di çarçoveya yasaya bi hejmar 6551, li ser daxwaz û piştevaniya Erdogan û hikûmetê serdana Îmrali û Qendîlê kirine. Di rastiyê de yê ku li gel PKK û Ocalan civîn encam didan, ne em bûn, lê Erdogan bû. Me di navbera wan aliyên civîn encam didan de hem asankarî dikir û hem jî me pêşniyazên çareseriyê bi wan didan. Lê em ne muxatabên Îmralî û Qendîlê bûn, Erdogan û hikûmet bûn.”
Selahattîn Demîrtaş daye xuyakirin, ji bilî civîna Osloyê û civînên li Îmrali û Qendîlê, dewlet û hikûmetê zêdetir ji 10 hevdîtin kiribûn ku rola HDPê tê de nebû û ne jî hûrgiliyên wan dizanî.
Demîrtaş heriwah da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bicih nayîne û wiha pê de çû: “Em nizanin hikûmet dixwaze çi bike, lê em dê bi piştrastî li dijî wan guvaşan berxwe bidin û mezintirîn baca vê rewşê xelkê me li ser sindoqan wê ji AKPê re derxe.”
Herwiha Demirtaş dibêje, AKP niha di rewşeke berbelav û heyama herî lawaz a deshilata xwe de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin